Serokê Meclîsa Îranê: DYE amadekariya êrîşa bejahî dike
Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Bakirî Galîbaf got, DYE li aliyekê peyamên dîplomasiyê dide, lê bi rengekî veşartî li dijî Îranê amadekariya êrîşa bejahî dike.
Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Bakirî Galîbaf got, DYE li aliyekê peyamên dîplomasiyê dide, lê bi rengekî veşartî li dijî Îranê amadekariya êrîşa bejahî dike.
Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Bakirî Galîbaf îdîa kir ku DYE li pêş raya giştî peyamên muzakere û diyalogê dide, lê li paşperdeyê li dijî Îranê amadekariya operasyona bejahî dike.
Galîbaf li ser ajansa nûçeyan a fermî daxuyanî weşand û got, “Dijmin li aliyekê peyamên muzakere û diyalogê dide, li aliyê din bi rengekî veşartî êrîşa bejahî plan dike.”
ÎDÎAYÊN OPERASYONA BEJAHÎ ZÊDE DIBIN
Li gorî nûçeya Washington Post, hate îdîakirin ku Pentagon amadekariya operasyonên bejahî yên li Îranê dike.
LI LÎMANA NÊZÎ HURMUZÊ HATE XISTIN
Heman rojê, hate ragihandin ku êrîşên DYE û Îsraîlê li Lîmana Bandar Khamir a li nêzî Kendava Hurmuzê hedef girt.
Ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
LI TEHRANÊ TEQÎN
Li aliyê din, hate ragihandin ku li seranserî Îranê êrîşên bi fuze û balafirên bêmirov dewam kirin.